Meleyên Helebce: Dewleta Tirk li dijî Kurdan sûcên şer dike

Melayên Helebceyê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûr û Rojava yê Kuridistanê axivîn.
Melayan eşekre kir ku di Îslamyetê de bi ti rengî rê bi komkujiyan nehatiye dayîn.
Niha dewleta Tirk li dijî kurdan sûcên şer dike.

Melayê Mizgefta Tekye Ebdulbasit Celal îşaret bi êrişên li ser Rojava kir û got:

“Musulmanên Rojavayê Kurdistanê ku sivîl û bê sucin, bombebarankirina wan Sucên şere.

Her dewletek komkujiyan bike, ew nîşaneya wê ya binkeftin û şikestinê ye.”

Mela Teha Ebdulrehman jî ji aliyê xwe ve diyar kir ku Kurd li ser xaka xwe rûbirûyê zilmê tên û got:

Ev yek jî ji dema peymana Saykis Pîko ve ye ,ji bona wê her kesek zilm li gelê me bike, emê li dijî wê rabin.”

Mela Bîlal Mihemed jî dibêje:

“Di Îslamyetê de bi ti rengî rê bi komkujiyan nehatiye dayîn.”

Li dijî êrişên dewleta Tirk kampanya îmzeyan a navnetewî hat destpêkirin

Back to top button