Îngilistan wê koçberan neşîne Ruandayê

Dadgeha Îstinafê ya Brîtanyayê plana hikumetê ya şandina penaxwazan bo Ruandayê red kir.

6 hezar û 400 kîlometreyan bila durî me bin.

Ev mesafeya hikumeta Bêrîtanya ji bo penaxwazên li welat diyar kirî ye.

Hikumeta Brîtanya di plana xwe ya şandina penaxwazan bo Ruanda ya welatekî parzemîna Afrîkayê ye, israr dike.

Li gorî peymana ku sala borî bi Ruandayê re hat kirin, hikumeta Brîtanya penaxwazan bişîne wî welatî.

Dadgeha Îstînafê ya Îngilîstanê biryar da ku plana şandina penaxwazan bo Ruandayê neqanûnî ye.

Serkirdayetiya Partiya Muhafezekar, bi serokatiya Serokwezîr Rishi Sunak, soz dabû ku pêla koçberiya ber bi welat ve bi dawî bike.

Sala borî bêtirî 45 hezar kes, bi piranî di ser Fransa re gihîştin Îngilistanê, lê di vê seferê de gelek kes mirin.

Yekemîn balafira dersînorkirinê ya plankirî sala borî bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di kêliya dawî de hatibû astengkirin.

Dadgehê tedbîr girtibû ku heta pêvajoya hiqûqî ya li Îngilîstanê neqede dersînorkirin nayê kirin.

Sê dadwerên payebilind ên îstînafê bi eşkerekirina biryara îro ya Dadgeha Îstinafê ya Londonê diyar kirin ku Ruanda bi piraniya dengan nikare wekî welatekî sêyemîn yê ewle were hesibandin.

Tê payîn ku hikumet ji bo nerazîbûnê serî li Dadgeha Bilind a Îngilîstanê bide.

Di Kanûna 2022’an de, dadgeheke Londonê biryara dersînorkirina penaxwazan bo Ruanda rewa dîtibû.

Li gorî dadgehê ev biyrar ne binpêkirina Peymana Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û peymanên din ên navneteweyî ye.

Komeleyên mafên mirovan li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan dan û îtîraz kirin.

Komeleyên mafên mirovan ev biryara hikûmetê weke “bêexlaqî û nemirovî” bi nav kirin.

Îngilîstanê li gorî peymana bi hikûmeta Ruandayê re 140 mîlyon sterlîn da vî welatî.

Back to top button