Malbatên şehîdan ên herêma Efrînê bang li her kesî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.
Siweyel Şêx Ehmed diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo cihê şermê ye û got:
Rêber Apo 24 sal e di girtigehê de ye.
Ji mafê her însanekî ye ku ji zindanê derkeve û bi fîzîkî azad bibe.
Em dayikên şehîdan tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin.
Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku rabin ser pêyan..”
Ednan Şêx Mihemed diyar kir ku tecrîda li ser Rêber APo tecrîda li ser mirovahiyê ye û got:
“Tecrîd li ser Rêber Apo giran kirin da ku Rêber Apo û gel ji hev dûr bixin.
Lê belê nikarin bigihêjin vê armancê. ”
Ednan Reşo jî, bêdengiya navneteweyî ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir ..



