Parçeyên keştiya tîtan hate dîtin

Keştiya Tîtan a 5 rêwî di nav de bûn, 18’ê Hezîranê dest bi geşta xweya bo dîtina Tîtanîk kir.
Lê ji wê rojê ve agahî ji keştî û rêwiyên wê nedihat girtin.
Herî dawî parçeyên keştiya binav a Tîtanê hatin dîtin.
Ewlehiya Peravê ya DYA ragihand ku li ser mijarê gelek xebatên ku werin kirin hene.

Hesreta dîtina bermahiyên keştiya Tîtanîk ya berî 111 salî dawî li jiyana 5 kesên din jî anî.

5 kesên bi keştiya Tîtan xwe berdan Oqyanûsa Atlantîk, piştî demeke kin êdî agahî ji wan nehat girtin.

Ev geştiyarî ji roja despêkê û pêde cihê xwe ji fikaran re vekir.

Herî dawî hêviya ev kes hîna saxin ji holê rabû û lêgerînên ji bo dîtina bermahiyên Tîtanê hatin zêdekirin.

Ji 18’ê Hezîranê ve agahî ji keştî û kesên di nava ketiyê de nedihat girtin.

Piştî çend rojan lêgerînên neserkeftî rayedaran ragihandin ku her 5 rêwiyan jiyana xwe ji dest dane.

Di encama lêkolînên despêkê de, pispor gihîştin wê encamê ku keştiya Tîtan ji ber zexta zêde ya avê di hindir de teqiyaye.

Lê lêkolînên li ser keştiya bi navê Tîtan hêjî dewame.

Ewlehiya Peravê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku perçeyên Tîtan û vedîtinên ku tê texmînkirin bermayiyên mirovan in hatine dîtn.

Ew vedîtin ji bo lêkolînê, radestî Hêzên Deryayî yên DYA’yê hatine kirin.

Neubauer: Hîna gelek kar heye ku divê were kirin

Berpirsê Ewlekariya Peravê ya Amerîkî Jason Neubauer teqez kir ku hîn gelek kar heye were kirin.

Neubauer diyar kir lêkolîn û lêpirsîna ku dewam dike ji bo pêşîgirtina li trajediyên bi vî rengî di paşerojê de xwedî girîngiyek mezin e.

Di keştiya Tîtanîkê de herî kêm 1500 kes miribûn

Keştiya Tîtanîk a ku di sala 1912’an de weke keştiya herî modern a serdema xwe bi rê ket, li kûrahiya 3 hezar û 800 metreyî ya li bakurê Oqyanûsa Atlantîkê binav bû.

Ji 2 hezar û 200 rêwî û xebatkaran, herî kêm hezar û 500 mirin.

Bermahiyên Tîtanîk yên 1985’an ve hatin dîtin, ji wê rojê ve bi berfirehî tê lêkolînkirin.

Ji Tîtanê agahiyek biêş: Bermahiyên keştiyê hatin dîtin

Back to top button