Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê bi merasîmekê 89 şervanên QSD’ê ên mehên Adar, Nîsan û Gulanê şehîd bûne, bibîranîn.
Merasîm li hola Mişwar a bajêr bi amadebûna endamên saziyên sivîl û rêveberên Meclisa Leşkerî ya Reqayê hat lidarxistin.
Di destpêka merasîmê de têkildarî dîroka şehadeta şervanan sinevîzyonek hat pêşandan.
Piştre yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqa Ehmed Ebû Şemse axivî û got:
“Şehîdan bi canên xwe rêya azadiyê ronî kir û herêm rizgar kirin, lewma em ê mîrasa wan biparêzin.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqa Ebdulselam Hemsork jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da.
Di dawiya merasîmê de mûm li pêşiya wêneyên şehîdan hatin vêxistin.