40 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmwd nayê girtin

Ev 40 rojin agahî ji Rojnamevan Silêman Ehmed yê ku ji Aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, nayê girtin.
PDK’ê rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê pêre bikin.

Rojnamevanê Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed yê li sînorê Sêmalka ji aliyê Hêzên PDK’ê ve hat revandin, ev roja 40. agahî jê tune.

Her ku diçe metirsiya li ser li jiyana Silêman zêdetirdibe.

Hefteyek piştî girtina wî, asayîşa PDK’ê bi daxuyaniyek nerast gefa cezakirinê li Silêman kirin.

Em weke Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa PDK’ê bi tundî red û şermezar dikin.

Parêzer Nerîman Ehmed: Asayîşa giştî ya Duhokê rê nade ku em Silêman Ehmd bibînin

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got:

“Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir.

Lê Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke bibînin.”

Ajansa Rojnewsê jî diyar kir ku PDK ji ewlehî û jiyana rojnamevanê me Silêman Ehmed berpirse.

39 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button