Arif Kobanê: Tirkiyê sivîlan dike armanc

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dirbêsiyê Arif Kobanê anî ziman ku dewleta Tirk di êrişên xwe de her cure çek li dijî sivîlan bi kar tîne.
Arif Kobanê li hember êrişan soza parastina xaka herêmê da. 

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dirbêsiyê Arif Kobanê derbarê êrişên dewleta Tirk de axivî.

Arif Kobanê anî ziman ku yên dibin armanca êrişan sivîlin û armanca wî koçberkirina gel e.

Arif Kobanê: Her cure çek tên bikaranîn

Arif Kobanê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de her cure çekên giran bi kar tîne.

Arif Kobanê: Em ê gelê xwe biparêz in

Arif Kobanê diyar kir ku ew ê xelkê biparêz in û nehêlin dewleta Tirk bighêje armancên xwe.

Dawiyê, fermandar Arif Kobanê piştrast kir ku ew ê di çarçveya parastina rewa de bersiva êrişan bidin.

Back to top button