Koçberên kampa Ebû Xeşeb

Koçberên Kampa Ebû Xeşeb a li gundewarê bakurê Dêrazorê bi zehmetiyan re rû bi rû ne .
Koçberan bang li Meclisa Sivîl a Dêrazorê û rêxistinên mirovî kir ku alîkariyên pêwîst pêşkêşî wan bikin .
Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî soza başkirina rewşa kampê da.

Koçberê li kampê yê bi navê Samir El Cuma dibêje:

“Rewşa me li kampê bi êş e.

Piştgirî pir kêm e û pêdiviyên hemû koçberan bi cih nayên.”

El Cuma bang li aliyên pêwendîdar kir ku alîkariya wan bikin.

Koçbera bi navê Sebah El Mixlif jî balkişand ser rewşa tenduristî ya li kampê û got:

Rewşa di warê tenduristiyê de nebaşe.

Koçber ji ber nebûna dermanan diçin derveyî kampê û tedawiya xwe dibînin.”

MECLISA DÊRAZORÊ SOZA ALÎKARIYA BI KOÇBERAN RE DA

Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Îman El-Mihêmid axivî..

Îman El Mihêmid tekez kir ku Di zivistanê de planeke me ya nû ya piştgiriyê ji bo kampê heye û got:

”Em ê hemû hewldanan bikin da ku rewşa kampê bi giştî baştir bikin.”

Back to top button