8’emîn mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRKʹê amadekariyên lidarxistina 8ʹemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê dike.

Mîhrîcan wê bi dirûşma “Em li virin ta dilopa dawî ya ximavê, ta dilopa dawî ya xwînêʹwere lidarxistin ..

11ʹê Mijdarê heta 25ʹê Mijdarê wê dewam be..

Wê gelek rewşenbîr û afrîner ji herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê tev li mîhrîcanê bibin.

HRRK’ê amadekariyên lidarxistina mihrîcanê dike

Der barê vê yekê Endamê Desteya Rêveber a HRRK Ehmed Huseynî axivî ..

Ehmed Huseynî îşaret bi armanca lidarxistina mîhrîcanê kir û got:

“Bi zelalî balê dikişîne ser taybetmendî û mîrasa çandî ya kevnar û ji civakê re pêşkêş dike..

Êş û zehmetiyan rave dike..

Bi vê yekê giyanekî yekgirtî yê erdîngariya ku lê dijî îfade dike.”

Ehmed Huseynî dibêje:

“Ez hêvî dikim ku mîhrîcan têrê bike da ku rola ku divê rewşenbîr bilîzin, şîrove bike.

Back to top button