Biden ji nişka ve serdana Ukraynayê kir

Serokê Amerîkayê Joe Biden ji nişka ve serdana paytexta Ukraynayê Kîevê kir.
Biden di serdana xwe ya beriya salvegera êrişa li ser Ukraynayê bi çend rojan de, pakêtek nû ya alîkariya leşkerî ji bo Ukraynayê ragihand.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî li ser serdanê keyfxweşiya xwe anî ziman.

Serokê Amerîkayê Joe Biden ji nişka ve çû paytexta Ukrayna Kîevê.

Serdana ku çend roj beriya salvegera êrişa Rûsya li ser Ukrayna pêk hatî, beriya niha ji raya giştî re nehatibû ragihandin.

Biden di serdana xwe ya ji nişka ve li Kîevê bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re civiya.

Di civîna li Koşka Serokomariyê de, Biden ragihand ku Amerîka wê 500 milyon dolarên din alîkariya leşkerî bide Ukraynayê.

Biden got, hûrgiliyên pakêtê wê sibê ji raya giştî re were eşkere kirin .

Wê Amerîka hîn bêtir cebilxane ji bo Pergalên Roketên Topbaran ên Bilind ên Ukraynayê peyda bike.

Biden: Demokrasî li ber xwe dide

Serokê Amerîkayê îşaret bi dema êrişa li ser Ukraynayê kir û ev tişt anî ziman:

“Salek derbas bû, Kîev li ber xwe dide.

Ukrayna li ber xwe dide.

Demokrasî li ber xwe dide.”

Biden anî ziman ku Amerîka wê heta dawiyê li kêleka Ukraynayê be.

Zelensky di peyama ku li ser Telegramê ya der barê serdana Serokê Amerîkayê parve kirî de wiha got,

“Jeo Biden, bi xêr hatî Kîevê!

Serdana we ji bo hemû Ukraynayan nîşanek pir girîng a piştgiriyê ye.”

Back to top button