Rojhilat..Xwepêşandêr ji ber nebûna xizmetguzariyê li qadan bûn

Deshilata Îranê bi hemû hêza xwe ya zextê nikare civakê bêdeng bike. Vê carê kolan ji ber xizmetguzariyê veguherîn qadên xwepêşandanê.

Zext û tundiya deshilata Îranê nikare hêrsa gel bidawî bike.

Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 6 mehin li dare.

Vêcarê welatî û karmend li dijî nebûna xizmetguzarî û rewşa xirab a jiyanê daketin qadan.

Divê çarçoveyê de duh li bajarê Kirmaşan, Ehwaz, Şuş û Şuşter xanenişînên çavdêriya civakî li dijî rewşa xirab a jiyanê û xemsariya berpirsan a li beramberî xwestekên wan xwepêşandanek lidarxistin.

Li Tehranê jî xwediyên simunxaneyan çalakiyek nerazîbûnê li dijî nebûna alîkariyên hikûmetê ya ji bo peydakirina kelûpelên pêwîst lidarxistin.

Li bajarê Yasucîş karkerên şaredariyê li dijî derengketina muçe li ber avahiya walîtiya bajêr xwepêşandan lidarxistin.

Her wiha li bajarê Tebrizê jî mamosta û karmendên perwerdê li dijî kêmkirina muçe nerazîbûn nîşandan.

Li bajarê Yezdîş li beramberî bicihneanîna daxwaz û rewşa xirab a jiyanê karkerên tekstîlê dest bi grevê kirin.

Ji 16’ê Îlona 2022’an piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî ve serhildanên gel ya li Rohilatê Kurdistan û Îranê destpêkir.

Tevî darvekirin û kuştina bi sedan xwepêşandêran jî gel di mafê azadiyê de israr dike.

Back to top button