Efrîn-Beramberî 15 dolarî çeteyan welatiyek berdan

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê didomin.
Çete welatiyan direvînin û dest datînin ser berhemên zeytûnan.

Efrîn post ragihand ku 21’ê meha borî çeteyan welatiyê binavê Şiyar Reşîd yê ji navçeya Şera a Efrîna dagirkirî revandin.

Hat diyar kirin zizmên Şiyar Reşîd di berdêla berdana wî de, 1500 dolarên Emerîkî dan çeteyan û 3 hezar lîreyê Tirk dan dadgeha dagirkeriya Tirk.

Şiyar Reşîd beriya 2 rojan hate berdan.

Efrîn-Çeteyan li Cindirêsê dest danîn ser berhemên zeytûnan

Tora Çalakvanên Efrînê jî diyar kir ku çeteyan ji gundê Miskê jêr yê girêdayê navçeya Cindirêsê berhemên zeytûnan yê 50 daran dizîn.

Hate diyar kirin zeytûnên ku hatine dizîn, yê welatiyê binavê Sibhî ye.

Beriya niha jî li heman derverê çeteyan baca zeytûnan li welatiyan ferz kirin.

Çeteyan li Efrînê welatiyekî din revandin

Back to top button