Balafirên Rûsya cihên çeteyan li Idlibê bombebaran kirin

Balafireke şer a Rûsyayê navenda çeteyên dewleta Tirk ya li rojavayê Idlibê bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku balafireke şer a Rûsyayê vê sibê navenda çeteyên koma ′Tehrîr El Şam′ li gundê Eyn Şêb ê rojavayê Idlibê bombebaran kir.

Şevê din çeteyên ′Fetih El Mubîn′ bi moşekan deverên hêzên hikumeta Şamê ên li Seraqibê yê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê jî derdora cihên dewleta Tirk a dagirker ên li bajarokê Afis ê rojhilatê Idlibê û gundê Merbelît ê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Back to top button