HDP: AKP’ê, ji bo “Corona” tiştê pêwîst nekir

Komîsyona Polîtîkayên Civakî û Tenduristiyê ya HDP’ê diyar kir ku AKP’ê di têkoşîna li dijî vîrûsa Coronayê de tişta pêwîst nekir, nekarî tedbîran bigire û dereng ma.

Komîsyonê bi daxuyaniyekê ragihand ku, AKP’ê ji tecrûbya welatên Yekîtiya Ewropayê sûd wernegirt û di têkoşîna dijî vîrûsa koronayê de polîtîkayên bi bandor zû nexist meriyetê û tedbîr negirtin .

Di daxuyaniyê de hate gotin, ” Di mijara lawazkirina vîrûsa koronayê de bi hêzên rêxistinbûyî yên civakê re têkoşîneke hevpar nemeşand. Polîtîkayên xwe yên cihêkar ên 18 salan di vê mijarê de jî dewam kir.”

Komîsyonê li ser karê divê bê kirin jî ragihand, ku “Li nexweşxaneyan hemûyan xizmeta tenduristiyê ya bi pir zimanî bê kirin, alavên parastina ji vîrûsê û pêwîstiyên paqijiyê ji karmendên tenduristiyê re bên pêşkêşkirin.

Her wiha hat gotin ku li girtîgehan jî derfetên paqijiyê û tenduristiyê bên afirandin.

Back to top button