Li Koreya Başûr li dijî lîderê muxalefetê Lee Jae-myung êrîş pêk hat

Li Koreya Başûr li dijî serokê Partiya Demokratîk a Koreyê Lee Jae-myung êrîş pêk hat.

Êrîş dema ku Lee Jae-myung li Busan a başûrê welêt civîna çapemeniyê lidardixist, bi kêrê hat birîndarkirin.

Êrîşkar li cihê bûyerê hat binçavkirin.

Xeteriya mirinê ya Lee Jae tune ye.

Êrîşkar ê ku tê texmînkirin 50 an jî 60 salî ye bi hinceta îmze xwestinê nêzî Lee bûye û piştre êrîş kiriye.

Lee yê 59 salî di hilbijartinên serokatiyê yên sala borî de li hemberî Serokkomar Yook Suk-Yeol 0,73 puan winda kir.

Lee dema ku şaredarê Seongnamê bû, bajarekî benderê yê ku nifûsa wê 1 mîlyon e, li başûrê paytext Seulê, bi gendeliyê hate tawanbar kirin.

Lîderê muxalefetê van sûcdaran red dike û îdia dike ku ew armancên siyasî ne.

Di meha Îlonê de dadgehê daxwaza darizandina girtî yê Lee red kiribû.

Back to top button