Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Helebê û balafirên şer ên Rusyayê jî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebaran kir.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di se’atên sibehê de hêzên hikûmeta Şamê bi topavêjan çiyayê Elwista, gundê Kefir Te’al û derdora gundê Kefir Nûran ên li rojavayê Helebê topbaran kir.
Balafirên rusyayê deverên DAIŞ’ê bombebaran kir
Çavdêriyê ragihand ku 5 balafirên şer ên Rusyayê deverên DAIŞ’ê ên li çolistana rojhilatê Himusê, Reqa û Dûrazorê bombebarankirin.
Hate ragihandin di êrişê çeteyên DAIŞ’ê birîndar bûne.