Li Bakurê Kurdistanê penaberekî Sûrî li bajarê Dîlokê hat kuştin

Piştî kuştina ciwanekî Sûrî li Tirkiyê, vê carê ciwanekî din li bajarê Dîlokê yê li Bakurê Kurdistanê hat kuştin. 

Ciwanê Sûrî yê bi navê Mûsa Nasir yê 25 salî, dema kerton didan hev, bi kêrê hat kuştin.

Li gorî agahiyan, gengeşeyeke tûj di navbera wî û kesekî din de çêbû û di encamê de ew kuşt.

Tê zanîn, hin ciwan û zarokên Sûrî li Dîlokê, derbara jiyana xwe bi komkirina kertonan dikin.

Tirkiye her çiqas bide xuyakirin ku penaberên Sûrî hewandine û xwedî li wan derdikeve jî , lê penaberên Sûrî yên li wir rastî gelek astengî û zextan tên.

Buyera herî dawî li Tirkiyê rûdayî jî vê yekê tekez dike.

Bi hinceta ku li polîsên AKP’ê guhdarî nekiriye, ciwanekî Sûrî li Edeneyê û bi destê polîsên AKP’ê bixwe ve hat kuştin.

Back to top button