WHO: Çîn nahêle em beşdarî lêpirsîna derketin vîrûsê bibin

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî “WHO” ragihand ku “Çîn nahêle ew beşdarî lêpirsîna der barê derketina vîrûsa Coronayê de bibin”. Rêxistinê diyar kir ku ji erka wan e awayê derketina vîrûsê nas bikin, lê Çîn nahêle ew derbasî taqîgehên vîrûsê yên li Wuhanê bibin. 

WHO destanîşan kir ku “komîteyek wan, ji bo lêpirsînê berê xwe daye Pekînê.

Trump jî îro anî ziman ku belge di destê wan de heye ku vîrûs ji peymangeheke Wuhanê derketiye û Çîn berpirsa belavbûna wê li cîhanê ye.

Ji aliyê xwe ve, Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî ragihand ku heya niha 3 milyon û 25 hezar kes bi vîrûsê ketin û zêdetirî 233 hezar kesî jî mirine.

Back to top button