Li Şerîda Xezayê nêzî 100 hezar avahî xezar dîtiye yan hilweşiyaye

Li Şerîda Xezayê di nava 70 rojan de, nêzî 19 hezar Filistînî hatine kuştin û bêtirî 2 qatê wî jî birîndar in.
Hemwextî vê nêzî 100 hezar avahî yan xesar dîtine yan jî hilweşiyane.
Tevî rewşa heyî Îsraîl dibêje wê Hemasê tine bike.
Ji bo vê yekê wê oparasyon çend meha bidome.

Şerê ku 7’ê Cotmehê di navbera Îsraîl û Hemasê de destpê kir, heta niha ji bilî ragihandina agirbestek kurt, bê navber rdewam dike.

Şer di roja 70’î de ye.

Bîlançoya li Xezeyê ya heyî tenê ji aliyê hikûmeta Hemasê ve tê dayîn.

Derbarê windahiyan de ti agahî ji çavkaniyên din nayê dayîn.

Lê belê li ser hilweşînan de du akademîsyenên Amerîkî bi taybetî li ser dîmenên satelaytê analîzek kirin.

Ji her sê avahiyan yek ji wan hilweşiyaye ango xisar dîtiye

Li gorî analîzên satelaytê yên Corey Scher ê Navenda Mezûniyetê ya NY’yê û Jamon Van Den Hoek ê ji Zanîngeha Eyaletê ya Oregonê, ji 11’ê Kanûnê ve di navbera 95 hezar û 119 hezar avahî li seranserê Şerîda Xezeyê xesar dîtine ango hilweşiyane.

Ev yek tê wateya ku ji her sê avahiyek xesar dîtiye ango hilweşiyaye.

Di 13’ê Cotmehê de piştî ku Îsraîl xwest li bakurê herêmê gel bê tehliyekirin û dest bi operasyona bejayî kir, hilweşînek mezin li vê herêmê pêk hat. Li başûrê herêmê ku niha şer lê tê meşandin, xesarek giran tê dîtin.

Li Şerîda Xeza jimara Filistîniyên hatîn kuştin nêzî 19 hezarî bûye

Li gorî hejmarên dawî yên roja Pêncşemê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ve hatin eşkerakirin, li Şerîda Xezayê 18 hezar 787 Filîstînî jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha bêtirî 50 hezar jî birîdar bûne.

Îro sibehê Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê, ragihand ku di êrîşên hewayî yên li Xan Yûnûs ku navenda nû ya şerê li başûrê Xezayê ye de “bi dehan kuştî û birîndar” hene.

Li Şerîda Xezeyê her ku diçe qad li sivîlan teng dibe.

Îsraîl: Em ê Hemasê têk bibin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant bi daxuyaniyekê doh hişyarî dabû ku şer “wê zêdeyî çend mehan bidome” û got, “Em ê Hemasê têk bibin û hilweşînin.”

CNN: Nêzî nîvê bombeyên Îsraîlê bikar aniyê yên bê rêberin

Back to top button