Lahor Şêx Cengî: Dixwazin min bi zorê ji Kurdistanê derxînin

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî di derbarê nakokiyên nava partiya xwe û demdayîna wî ya ji bo derketina ji Kurdistanê, peyamek bi dîmen belavkir.

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî eşkere kir ku jêre hatiye gotin, divê ji Kurdistanê derkeve, ger dernekeve jî wê, wî bi zorê derxînin.

Lahor Şêx Cengî di peyama xwe de diyar dike ku ew heta niha li beramberî pilanên 8’ê Tîrmehê bêdengî hilbijartiye û xwestiye pirsgirêk birêya diyalogê û rêziknameya hizbî were çareserkirin.

Her wiha Hevserokê KNK’ê ragihand ku gelê Başûr ji ber siyaseta şaş a hizbên desthilatê partiya wî jî di navê de, ketine rewşek zehmet de.

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî di dawiya peyama xwe de got: “Ez dixwazim li vê derê endam, qadro, alîgir û gel agahdar bikim, ji min re hatiye ragihandin ku ez ji Kurdistanê derkevim. Biryar dane ku ger dernekevim, wê bi zora hêza hikûmî bi ser mala min de bigrin û min ji Kurdistanê dûr bixin.

Back to top button