Li Tirkiye, di roja 6. de şewat metirsi li ser malên welatiyan kiriye

Li Tirkiyê şewata ku 28’ê Tîrmehê destpê kir, di roja 6’an de jî ne hatiye kontrolkirin.
Şewata ku gihiştiye cihê niştecihan rê li ber tirs û xeterîyeke zêde vekriye.
Wezîrê Çandinî û Daristanê yê Tirk jî li têçûna xwe ya di şewatê de mikur hat.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirli di daxuyaniyek ya çapemeniyê de got,

Ji bo vemirandina agir sudê her cure balefirekê heye.

Pakdemirli diyar kir ku armanca wan ya sereke ji şewatên li herêma Antalya û Mugla xelaskirina sivîlane û ev tişt anî ziman:

Şewatên li Marmarîsê didomin.

Ji ber bandora baya zêde, em nikarin zêde destwerdan bikin.

Lê tevî vê yekê jî tîmên me kar dikin.

Ji bo pêkanîna xebatên ji welatiyan re jî top avêt ber lingê şaredariyan.

Pakdemirli dazanîn ku di nava 5 rojên derbasbûyî de, ji 132 şewatan wan kariye 125’an kontrol bikin.

Mixalefet jî ji nekontrolkirina şewatê Pakdemirli berpirsyar dît û banga îstifayê lê kir.

Back to top button