Li gelek deverên Efrînê ya dagirkirî di navbera çeteyên Feyleq El-Şam û çeteyên Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şerên giran rû dan.
Li gorî ajansa ANHA’ê , li gundên Basûtê, Birc Ebdalo yên girêdayî navçeya Şêrawayê û Keferzîtê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê şerekî dijwar di navbera çeteyên Feyleq El-Şamê û çeteyên Hemzat de rû da.
Di şer de çekên giran sivik û navîn hatin birkanîn.
Li gorî agahiyên destpêkê, kuştî û birîndar her du aliyan çêbûne.