
Kongra Star a Lubnanê piştgiriya xelkê Mexmûrê kir û bang li gelê Kurd û dostên wî kir ku piştgiriyê bidin wan.
Kongra Star a Beyrûtê civînek li dar xist û hewldanên dorpêçkirin û têlkirina kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve şermezar kir.
Li civînê, dauxyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em dizanin ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişna hewl dide ku vîna gel û jinên berxwedêr têk bibe. Lê jinên mexmûrî hemû planên li dijî kampê têk birin.
Em di wê baweriyê de ne, ku dê vê planê jî têk bibin.
Kongra Star a Beyrûtê, bang li gelê Kurd û dostên wê kir ku piştgiriya pêwîst nîşan bidin da ku planên hikumeta Tirkiye û PDK’ê têk bibin.
Bang li hikumeta Iraqê jî hat kirin ku bi planên Tirkiyê neyê xapandin û rêbazên çareseriya siyasî bide pêş.
Partiyên Siyasî yên Efrîn û Şehbayê piştgiriya Mexmûriyan kir