Hungaryayê înîsiyatîfa alîkariyê ya Yekîtiya Ewropayê ku 54 mîlyar euro ji butçeya Yekîtiya Ewropayê bide Ukraynayê red kir.
Li aliyek din tevî nerazîbûna Hungaryayê, Yekîtiya Ewropayê biryar da ku bi Ukraynayê re dest bi danûstandinên endamtiyê bike.
Serokwezîrê Hungaryayê Vîktor Orban ragihand ku welatê wî pakêta alîkariyê ya 54 milyar euro ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo Ukraynayê red kiriye.
Bi vî awayî, pakêta nû ya 54 milyar euro ya alîkariya darayî ya Yekîtiya Ewropayê ji bo Ukraynayê ji aliyê Hungaryayê ve hat astengkirin.
Endamên Yekîtiya Ewropayê hewl didin ku helwesta dijber a Hungaryayê bi ser bixin da ku piştgiriya aborî ya nû ji Ukraynayê re were pejirandin û danûstandinên endamtiyê dest pê bikin.
Orban ku bi tundî li dijî destpêkirina muzakereyên endamtiya Yekîtiya Ewropayê bi Ukraynayê re bû, helwesta xwe nermtir kir û ji biryara destpêkirina danûstandinan dûr ket.
Hungarya ev demeke dirêj e ku zextê li Brukselê dike da ku fonên Yekîtiya Ewropî yên bi qasî 10 mîlyar euro serbest berde.
YE bi Ukraynayê re tevî nerazîbûna hungaryayê biryara danûstandinê da
Lîderên Yekîtiya Ewropî tevî neqebûlkirina vekirî ya Serokwezîrê Hungaryayê Viktor Orban, ku mafê xwe yê veto bikar neanî, biryar dan ku danûstandinên endamtiyê bi Ukraynayê re bidin destpêkirin.
Gurcistanê statûya namzetê hat dayîn.
Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel der barê encamên lûtkeya lîderan a li Brukselê de wiha got:
“Ev îşareteke siyasî ya gelekî xurt e, biryareke siyasî ya gelekî xurt e.”
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ev biryar wek “Serkeftina Ukraynayê, Serkeftina hemû Ewropayê” bi nav kir.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî anî ziman ku ev biryareke stratejîk e.



