Îsraîl: DYA rê li ber Îranê vedike ku çekên nukleerî çêke

Amerîka dixwaze li peymana nûkleerî ya bi Îranê re vegere, Îsraîl ji vê bihêrs bûye. Îsraîlê îdia kir ku DYA alîkariya Îranê di pêşxistina çekên nukleerî dike.

Nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê da zanîn ku Îsraîl hîna bi biryar e ku derfetê nede Îranê da ku çekên nukleerî hilberîne û helwesta wê ya li dijî lihevkirina nukleerî neguheriye.

Nivîsgehê diyar kir ku ger alî li lihevkirina berê vegere dê rêya Îranê ji bo çekên nukleerî veke.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu plana xebatê ya sala 2015`an ku bi navê hevpeymana Îranê tê naskirin, red dike.

Ew hevpeyman di navbera Tehran û 6 hêzên din (DYA, Fransa, Almanya, Brîtanya, Rûsya û Çîn) de hatiye çêkirin.

Niha jî rêveberiya Amerîka ji bo careke din li peymanê vegere, li benda gavavêtina Îranê ye.

Back to top button