Salvegera komkujiya 2’emîn a Parîsê

Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera komkujiya Parîsê ya duyemîn daxuyaniyek da û şehîdên komkujiyê bibîranî.
KJK’ê got, “Divê di serî de jin hemû gelê me li dijî êriş û komploya 23’ê Kanûnê li her aliyên Kurdistanê û li Ewropayê rabin ser pêyan û têkoşînê mezin bikin.”

Di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê di encama êrişekê de yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Jinên Kurd Evîn Goyî û welatparêzên Kurd hunermend Mîr Perwer û Ebdulrehman Kizil şehîd bûn.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan-KJK’ê, bi boneya salvegera yekemîn ya komkujiyê daxuyaniyeke nivîskî da.

KJK’ê şehîdên komkujiya Parîsê bibîranî û derbarê têkoşîna Şehîd Evîn Goyî de wiha got,

“Hevala Evîn Goyî li her qadê bi rola pêşengiyê rabû”

“Hevala Evîn di nava kevneşopiya berxwedana Botanê de mezin bû û 32 salên xwe xiste xizmeta şoreşa Kurdistanê û Şoreşa Jinan.

Hevala Evîn bê du dilî berê xwe da her qada têkoşînê ya Kurdistanê û xebat meşand.

Weke jineke ku perwerdeya Rêber Apo dîtiye, xwe li ser felsefeya azadiyê û rastiya rêbertiyê bi hêz kir.

Pêşengî ji pêvajoyên artêşbûn û partîbûnê ya Tevgera Azadiya Jinên Kurd re kir û di hemû pêvajoyan de bi rola sereke rabû.

Îro li ser ked û mîrateya wê gerîlayên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê pêşengiya berxwedanê dikin.”

“Mîr Perwer û Ebdurehman Kizil li dijî qirkirinê têkoşiyan”

KJK’ê li ser hunermend Mîr Perwer û Ebdulrehman Kizil jî wiha got;

Mîr Perwer li dijî qirkirina çandî ya dijmin li Ewropayê beşdarî xebatên çandî bû û Ebdurehman Kizil jî li Ewropayê her daîm di nava têkoşînê de cih girt, nirx û çanda xwe parast û bû mînakê welatparêziyê.

Dewleta Tirk a faşîst di şexsê van her du welatparêzan de êrişî çand û welatparêziya Kurd kir.”

“Fransa komkujiyan ronî neke wê weke hevkar derbasî dîrokê bibin”

KJK’ê diyar kir ku Erdoganê dîktator û faşîst fermana komkujiyê da û MÎT’ê jî pêk anî û wiha hate gotin,

“Erka tetikkêşiyê jî dane faşîstê bi navê William. Dema mijar Kurd bin, ti rêgez, edalet û pîvanên mafên mirovan nayên pêkanîn.

Dewleta Frasnsayê ji ber berjewendiyên xwe yên sîyasî qanûnên xwe pêk neanî.

Tevî ku 10 sal li ser komkuiya 9’ê Çile ya 2013’an re derbas bû lê ev komkujî ronî nekir û bû hevkarê komkujiya duyamîn ya li Parîsê.

Heta ku hikumeta Fransa van komkujiyan ronî neke wê ev yek weke deqeke qirêj li dîroka wan bê nivîsandin.”

“Divê jin û gelê me li her derê rabin ser pêyan û têkoşînê mezin bikin”

Koordînasyona KJK’ê di dawiyê de bang li hemû jinan û gel kir ku li her qadê rabin ser piyan û têkoşînê mezin bikin û hesabên komkujiyan bipirsin.

Sûcdarê komkujiya Parîsê hate girtin

Şehîdên komkujiya Parîsê wê ber bi Bakur û Başûrê Kurdistanê bên şandin

Back to top button