Şerê Îsraîl û Hemas: 76 roj

Li Şerîda Xezayê dawiya şer xuya nake.
Artêşa Îsraîlê niha jî çav berdaye Xan Yûnûs.
Artêşê xwest ku bajar were valekirin.
Di vê navberê de jimara filistîniyên li Şerîda Xezayê hatine kuştin 20 hezar derbas kir.

Gelek Fîlîstîniyên ku ji ber şerê li Xezayê ji cihên xwe bûne, li Xan Yûnûsê bicih bûne.

Îsraîlê çav berdaye Xan Yûnûs: Bajar vale bikin

Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya NY’ê OCHA’yê artêşa Îsraîlê ferman daye ku herêmeke ku nêzî sedî 20’ê Xan Yûnûsê digire nava xwe, demildest were xalîkirin.

Saziyên NY’ê jî dibêjin niha 141 hezar Fîlîstînî li vê herêmê ne.

Piştî êrîşên hewayî û bejahî, li Xezayê şerê tunelan dijwar bûye.

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku li Xezayê toreke tunelê ya ku ji aliyê “lîderên payebilind” ên tevgera Hemasê ve tê bikaranîn, keşif kirine.

Li gorî dîmenên ku ji aliyê artêşê ve hatine weşandin, ev tora tunelê ofîs û daîreyên lîderên Hemasê yên payebilind bi hev ve girê dide.

Doh Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahû careke din bangên bo agirbestê red kir.

Nêzî 20 hezar kes mirin

Li gorî bîlançoya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de heta niha bêtirî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

Herî kêm ji wan 8 hezar zarok û 6 hezar jî jin in.

Her wiha 52 hezar û 600 kes jî birîndar bûn.

115 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin

Ji dema ku operasyona bejahî ya artêşa Îsraîlê li ser Xezeyê destpê kirî û vir ve, bi giştî 115 leşkerên Îsraîlî hatin kuştin.

Şerê Îsraîl û Hemas: 75 roj

Back to top button