Doh li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo şanoya “Taxa Jibîrkirî” hat pêşendan.
Şano ji aliyê Koma Mihemed Şêxo ya şanoyê bi alîkariya Komîna Şanoyê hat pêşandan û gelek xelk beşdar bûn.
Şano bi şêwazeke komîdî hate pêşendan û naveroka wê li ser girîngiya yekitiyê û di şer û aloziyan de bû.
Kawa Fetah û Ednan Mistefa şano nivîsandine û derhênertiya wê kirine, tê de 16 şanogeran lîstin.
Kawa Fetah diyar kir ku şano girîngiya rola mamoste û perwerdehiyê di têkbirina nerastî û paşverûtiyê de, nîşan dide.
Lîstokvan Dilcan Oso jî diyar kir ku nameya wan a sereke ji şanoyê ew e ku yekitî û hevgirtinê di nav civakê de ava bibe.