4 kesên ku dizî û gendelî kirine hatin girtin

4 kesên ku di saziyên QSD’ê de dixebitîn û derket holê ku gendelî kirine û bertîl girtine, hatin girtin.

Operasyonên li dijî kesên ku di saziyên QSD’ê de sextekarî, dizî û gendeliyê dikin, berdewam dikin.

Di vê derbarê de li herêmê 4 kes hatin binçavkirin û piştî ku sûcên wan hat îspatkirin, veguhastin dadgehê.

Navê wan jî wiha ne Î.E.R., A.M.O, E.M.S. û Î.M.Î.

Hat ragihandin ku kesên navborî sextekarî kirine, gendelî û dizî kirine.

Ji bo vê jî dadgehê cezayê giran ê girtîgehê li wan hat birîn.

Her wiha dadgehê biryar dabû ku divê pereyên ku ji aliyê wan ve hatine dizîn, vegerînin.

Back to top button