Şerê Îsraîl û Hemas: 75 roj

75 rojin li nava Şerîda Xezayê şereke dijwar heye.
Ji ber şer heta niha nêzî 53 hezar avahî bi temamî hilweşiyane.
Her wiha nêzî 20 hezar kes mirin e.

Êrîşên Îsrailê li ser Xeza bi balafirên şer û topan dewam dike.

Artêşa Îsraîlê, di saetên şevê de 2 avahiyên li taxa er-Rimal a bajarê Xezeyê kir armanc.

Li gora ajansa fermî a Filistinê WEFA, tîmên tedirûstiyê, ji bin xirbeyên kuavahiyên ku di bombardûman Îsrailê de 50 cenaze û 12 birindar derxistine.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo herî kêm 50 kesên windayên di bin xirbeyan de mane didome.

Li Şerîda Xezayê jimara Filistîniyên hatine kuştin nêzî 20 hezarî bû

Her wiha tê diyar kirin di navbera hêzên Îsraîlî yên ku bi rêya bejahî bi taybet li bakur derbasî Şerîda Xezayê bûn û berxwedêrên Filistînê de, şerek dijwar rûdide.

Li gorî daxuyaniya dawî ya Ofîsa Medyayê ya hikûmeta li Xezayê;

Di 74 rojên derbasbûyî de, herî kêm 8 hezar jê zarok bi giştî 19 hezar û 667 filistînî hatine kuştin.

52 hezar û 586 jî birîndar bûn.

Di bin xirbeyên avahiyan de 7 hezar kes winda ne

52 hezar û 600 avahî bi temamî hilweşiyan, bi giştî 254 hezar avahî xisar dîtin.

Nêzîkî 7 hezar kes di bin xirbeyên avahiyên ku di êrîşan de hatin hilweşandin de winda bûn û ji sedî 70’ê wan ji jin û zarok pêktên.

Li Xezeyê 23 nexweşxane û 53 navendên tenduristiyê ji xizmetê derketin, Îsraîlê 140 saziyên tenduristiyê hedef girt xîsar da û 102 ambûlans jî anî rewşa nayê bikaranîn.

‘Hejmara mirovên ji cih û warên xwe bûn 1,8 mîlyon derbas kir’

Di daxuyaniya ku hate destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê li Xezayê 99 xebatkarên tenduristiyê û 8 rojnamevan rehîn girtiye.

Her wiha hat diyarkirin 310 xebatkarên tenduristiyê, 35 erkdarên parastina sivîl û 97 rojnameger hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezayê hejmara kesên ji cih û warên xwe bûne milyonek û 800 hezar derbas kiriye.

Her wiha li navendên qelebalix ên ku koçber lê stargeh dibin, ji ber kêmasiya paqijî, derman û xurekê 355 hezar nexweşên şewbê hatin tespîtkirin.

Ji îsraîl û hemasê nîşaneyên “navbera mirovî”

Back to top button