Xwarziya şehîd Şîlan, Meysa Ibrahîm nameyek ji bo xaltîka xwe nivîsand

Xwarziya şehîd Şîlan Kobanê, Meysa Ibrahîm di salvegera 16. a şihadeta wê de, nameyek li ser berxwedana wê nivîsî û wiha got: Jinên vê welatî li ser berxwedan, zanist û zanabûna te mezin bûn. Te em fêr kirin çawa em bijîn, xwe bi fikirê rêber Abdullah Ocalan bi hêz bikin.

Bi rasthatina salvegera 16. a şihadeta endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Şîlan Kobanê, xwarziya wê Meysa Ibrahîm, nameyek li ser berxwedana xaltîka xwe nivîsî.

Meysa di nameya xwe de wiha dibêje:

“Delala min û xwişka dayika min, ey gula welatê rojê û jina tekoşera dozê, ey hevala nemir Şîlan kobanê.

Ez biçûk bûm di hembêza dayika xwe de bûm, dema dayika min ez dimêjandim ji min re behsa qehremanî û serpêhatiya te dikir, ku te çawa serî li hember zordariya rêjîma Sûriyê netewand.

Ji min re got ku tu ji ber serhildan û lêgerîna li azadiyê di 13 saliya xwe de hatî girtin.

Xaltîka min Meysa, jinên vê welatî bi berxwedan û zanista te mezin bûn.

Te em fêrkirin ku ji bo em bi hêz bin, pêwîst e em li ser hizir û felsefeya rêber Ocalan û berxwedana hevalên şehîd xwe zana bikin.

Ez bi navê te mezin dibim, ku dayika min ew nav li min kir û xwest navê te her li ser zimanan be û kêm be jî ji bo ez layiqî wê navî bim.

Xaltiya min a delal û rêhevala min a hêja, tu şehîda doza gelê xwe yî, tu şoreşgera doza azadiya jinên Kurd û jinên cîhanê yî.

Şehîd Meysa Baqî, îro ez dixwazim mizgîniya welatê rojê bidim te, ku bi hezaran qehremanên fedayî li ser şopa we dimeşin û soza wan ew e ku heta pêkanîna azadiya welatê xwe û gelê xwe, wê li ber xwe bidin û gav paşde navêjin.

Rêhevala min Meysa, di salvegera şehadeta te de birîna dilê heval û hogirên te nû dibe û êşa dilê me zêde dibe.

Lê belê emê sozên me dane te û hemû hevalên şehîd pêk bînin û emê ti carî we ji bîr nekin û em ê li ser şopa we bin.

Back to top button