Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê şahiyek ji zarokên şehîdan re li darxist.
Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê bi hevkariya Navenda Çand û Huner ya navçeyê bi boneya Newrozê şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.
Bi dehan zarok, endamên saziyên sivîl tev li şahiyê bûn.
Di şahiyê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Keleş axivî û got:
“Zarokên şehîdan pêşeroja me ne. Dê armancên şehîdan pêk werin.”
Piştre koma şehîd Viyan Peyman berhemên xwe pêşkêş kirin.