Wîfaqê, danûstandinên leşkerî yên li Cinêvê rawestandin

Piştî armanckirina beravê Terablusê, hikumeta Wîfaqê beşdariya xwe ji bo danûstandinên leşkerî yên li Cinêvê rawestandin.

Amerîka jî banga danûstandinan li aliyên Lîbî kir.

Hikumeta Wîfaqê ragihand ku heya civaka navdewletî helwesta xwe ji “binpêkirinên Artêşa Niştimanî” diyar neke, ew ê beşdarî civînên komîteya leşkerî ya hevbeş nebin.

Dihat payîn, 18ê vê mehê civîna duyem hatiba lidarxistin.

Hikumeta Wîfaqê bang li civaka navdewletî kir ku bilez biryarên xwe pêk bînin, ji ber li gorî wê “ti aştî li jêr bombebaranê pêk nayê.”

Wîfaqê her wiha teqez kir, ku ew ê di çarçoveya parastina rewa de bersiva artêşê bide.

Berî niha, Wîfaqê biryara YE jî red kiribû, ku nabe ti operasyon li Rojhilatê Deryaya Spî bo çavdêriya çekan were destpêkirin.

Weke tê zanîn, dewleta Tirk her tim desteka leşkerî ji Wîfaqê re dişîne, ji lew re roja Duşemê YE biryara çavdêriya asmanî û deryayî dabû..

Lê tevî vê yekê, duh keştiyeke dewleta Tirk ku çek tê de bûn, li beravê Terablusê bû hedefa Artêşa Niştimanî.

Îro jî li gorî çavkaniyên herêmî, piştî vê bomebaranê, keştiyeke din a Tirkî ku dixwest derbasî beravê bibe, yekser bi şûn de vegeriya.

Ji bo çareseriya aloziyê jî, balyozê Amerîkî yê li Lîbyayê, serdana Fermandarê Artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter kir û teqezî li ser giringiya danûstandinan kir.

Balyozê Amerîkî her wiha anî ziman ku eger derfet çêbû, ew ê serdana serokê hikumeta Wîfaqê el-Serac jî bike.

Ji aliyê xwe ve jî, Rûsya û Urdinê piştgirî da encamnameya Kongreya Berlînê.

Back to top button