Bi dîmen.. Civîna Moskovayê bê encam bi dawî bû û dewleta Tirk gef nû kirin

Ji bo rewşa Idlibê, civînên Tirkî-Rûsî li Moskov mîna yên Enqereyê bê encam bi dawî bûn.

Piştî binketina civînên Enqere, dewleta Tirk û Rûsya li Moskovayê hevdîtin pêk anîn.

Civîn 2 rojan dewam kir, lê tevî vê jî, şandeya Tirkî bê ti encam vegeriya Tirkiyê.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê, İbrahim Kalın jî li heman tiştî mukur hat ku tiştek li gorî dilê wan pêk nehat.

Kalın got, ew dixwazin rejîma Sûrî vegera sînorê lihevkirina Sûçiyê û teqez kir ew ê her piştgirya leşkerî bidin çeteyên xwe û li hember êrîşên rejîmê bê deng nemînin.

Rûsya: Tiştek şûna hevpeymana sûçiyê nagire û divê teror bi dawî bibe

Ji aliyê xwe ve Rûsya got, “tiştek şûna hevpeymana Sûçîyê nagire û divê agirbestek çêbibe, her wiha sivîlên li Idlibê ji terorîstan bên veqetandin û dawî li terorê were.”

Hemwextî van civînên navborî, dewleta Tirk karwanekî ku ji 90 maşîneyên leşkerî pêk dihat, derbasî bakurê Idlibê kir.

Back to top button