Jimara qurbanên vîrûsê, 2000 jî derbas kir

Her roj bîlançoya qurbanên vîrûsa Corona girantir dibe, êdî jimara kesên jiyana xwe ji dest dane 2 hezar jî derbas kiriye.

Bîlançoya qurbanên vîrûsa Corona li Huobi piştî mirina 132 kesên din di 24 saetên dawî de, bilind bû û gihişt 2 hezarî.

Komîteya Tenduristiyê ya Huobi di encama çavdêriya xwe ya rojane de, tevî van 2 hezar qurbanan, ragihand ku hezar û 693 kesên din di 24 saetên dawî de nû bi virûsê ketine .

Bi vê jimarê jî li tevahiya Çînê, jimara kesên pêketî, bi kêmanî dibe 74 hezar.

Ev tenê bîlançoya Çînê ye.

Li derveyî Çînê jî li 30 welatan 900 kes bi virusê ketine ji wan 5 kes mirine.

Back to top button