Serokwezîrê nû yê Srî Lanka dest bi karê xwe kir

Li Srî Lanka li dijî malbata Rajapaksa ya welat birêve dibe, hêrsa gel kêm nabe.

Serokê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa ji bo kêmkirina aloziya li welat, Ranil Wickremesinghe wek serokwezîrê nû destnîşan kir.

Li Srî Lanka malbata Rajapaksa ya welat birêve dibe, di nava rojên xwe yên zehmet re derbas dibe.

Li gorî nûçeya dezgeha News 1st a li welat ragihandî parlementerê opozîsyonê Wickremesinghe piştî tayîn kirinê dest bi kar kiriye.

Li welatê ku di nava krîza aborî de ye, Serokê Partiya Yekîtiya Neteweyî (UNP) Wickremesinghe sond xwar û li şûna Serokwezîr Mahinda Rajapaksa ku di 9’ê Gulanê de îstifa kiribû, dest bi kar kir.

Wickremesinghe ku bi pîşeya xwe parêzer bû, di salên 1970’î de ket nava siyasetê.

Di sala 1977’an de cara yekem bû parlamenter.

Serokê Partiya Yekîtiya Neteweyî (UNP) ji sala 1994’ê ve, Wickremesinghe nûnerê yekane yê partiya xwe di Parlamentoya Srî Lankayê de ye.

Siyasetmedarê 73’ê salî, ji 1993’ê ve 5 serdemên serokwezîrtiyê kiriye.

Her wiha wekî reformxwazek bazara azad a alîgirê rojava tê dîtin.

Srî Lanka di dîroka xwe de bi yek ji krîzên herî giran re rûbirû ye.

Li welat carnan elektirîk 13 saetan qut dibe.

Li dijî vê xwepêşandanên li welat hişt ku 9’ê Gulanê Serokwezîr ji erka xwe îstifa bike.

Li dijî vê hikumeta welat ya di destê malbata Rejapaksa de ye, artêş li nava paytext Kolombo bicih kir.

Ji despêka xwepêşandana ve, 2 jê polîs 8 kes hatine kuştin.

Nêzî 250 jî birîndar bûne.

Back to top button