Koreya Başûr: Em bi Amerîkayê re ji bo tetbîqata nukleerî axivîn

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol ragihand ku ew ji bo tetbîqateke nukleerî bi Amerîkayê re axivîn e.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol ragihand ku ew bi Amerîkayê re ji bo plankirin û tetbîqatên hevpar ên li dijî gefên nukleerî yên Koreya Bakur bi hev re di nav danûstandinan de ne.

Li gorî rapora Yonhapê, Yoon ji rojnameya Chosun Ilbo ya vî welatî re li ser peywendiyên xwe yên bi Amerîka û Koreya Bakur re axivî.

Yoon diyar kir ku stratejiyên “sîwanê nukleerî” an jî “berfirehkirina astengkirinê” ya ku ji hêla Amerîkayê ve ji Koreya Başûr re tê dayîn, ji bo welat netêrkere.

Yoon bal kişand ser vê yekê ku stratejiya “sîwanê” amadekariyek li dijî Yekîtiya Sovyet û Çînê ye û got:

“Em niha bi Amerîkayê re li ser plansaziya hevpar û tetbîqatên hevpar ên di warê kapasîteya nukleerî de gotûbêjan dikin.

Stratejiya rêgirtinê ya berfirehkirî ya bi bandor.

Dewletên Yekbûyî jî di vî warî de pir erênî ye.”

Yoon anî ziman ku Amerîka ji peyva “parvekirina nukleerî” nerehet e.

Yoon destnîşan kir ku her çend çekên nukleerî yên Amerîkayê bin jî, divê parvekirina îstîxbaratê, plansazkirin û perwerdehiya herdu welatan bi hevparî were kirin.

Her wiha îşaret bi danûstandinên navbera Kûreya Bakur û Başûr jî hate kirin.

Koreya Bakur 2022’an bêtirî 90 moşek ceriband

Koreya Bakur di sala 2022’an de li gorî salên berê zêdetir mûşek avêtin.

Ev yek jî li Nîvgirava Koreyê û Rojhilatê Asyayê alozî zêde kir.

Rêveberiya Pyongyangê ku bêtirî 90 mûşekên cur bi cur û menzîl ber bi rojhilat û rojava ve avêtin, di Mijdara 2022 de tenê di rojekê de 23 moşek avêtin.

Pyongyang di saeta despêkê ya 2023’an de jî ceribandinek mûşekeke balîstîk pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Hevbeş a Koreya Başûr, ji herêma Ryongsongê mûşekeke balîstîk a menzîla kurt hatiye avêtin.

Back to top button