KNK a Rojava Cejna Êzî pîroz kir

Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya Şaxê Rojavayê Kurdistanê bi wesîleya Cejna Êzî peyamek weşand û xwest ev roj bibe wesîleya aşîtî, biratiya di navbera hemû gel û baweriyan.
Fermandariya YJŞ û YBŞ jî cejna êzî li hemû civaka Êzîdî, dostên wan û şehîdan pîroz kir.

KNK a Rojavayê Kurdistanê di peyama xwe de bal kişand ser êrîşên li dijî çanda qedîm ya Êzdayetiyê diyar kir ku divê li dijî van êrîşan civaka Êzîdî xwedî li çanda xwe derkeve, vegere axa xwe û bi awayekî xweser xwe rêvebibe.

KNK a Rojava bibîrxist ku Cejna Êzî cejneke aşîtiye û biratiyê ye û weha got:

“Em Cejna Êzî li hemû civaka Êzîdî û Êzdîxanên cîhanê û nemaze yên li kurdistanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîlaya aştî, biratî, wekhevî û hezkirinê.”

Cejna Êzî
YJŞ û YBŞ: Ev cejn li gel û dostên me pîroz be

Fermandariya YJŞ û YBŞ jî bi munasebeta Cejna Êzî peyamek weşand û li civaka Êzîdî û dostên wan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê heta dawî şopdarê lehengî û berxwedana dîrokî bin û weha hat gortin:

“Di vê roja dîrokî de di serî de Mam Zekî Şengalî, Berxwedan Tolhildan û Berîvan Şengal, em hemû şehîdên xwe bibîrtînin û em soza xwe ya ji bo azadkirina keçên Êzîdî dubare dikin.

Leave a Reply

Back to top button