Trump: Bilez dixwazim li pêşberî senatoyê bisekinim

Serokê Emerîkayê Trump, êdî ew banga dadgehkirina xwe li senatoya Emerîkî dike.

Piştî meclisa nûneran a Emerîkî li ser bidûrxsitina Trump ji hikumê welêt erê kir, ew bo senatoyê hat şandin.

Ji bo vê jî, îro serokê Emerîkayê Donald Trump bi twîttekê anî ziman ku parlamenderên demokratîk dengê ti parlamenterên komarî bi dest nexist û got:

Ew aniha ji berê bêhtir hevgirtî ne.. ez bilez dixwazim li pêşberî senatoyê rawestim.

Weke tê zanîn, Trump ji bo baş-nebikaranîna desthilatê û astengkirina karê kongressê hatiye tawanbarkirin.

Leave a Reply

Back to top button