Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” di sala nû de jî dewam kir

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bi sala nû re jî dewam kir.
Hêviyên azadiyê ji bo sala nû bi serhildanê re geştir bûye.
Deshilata Îranê jî bi tevgera xwe dide xuyakirin ku ew di mijara hîcaba darê zorê de paş de gav bavêjin, ne amade ne.

Ji 16’ê Îlonê ve rewşa li Îran û Rojhilatê Kurdistanê wiha ye.

Bi kuştina jina Kurd Jîna Emînî re Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya despê kirî di meha xwe ya 4’an de ye.

Di encama xwepêşandanan de bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Her wiha bi deh hezaran kes hatine binçavkirin ku gelek jê bi pêkanîna cezayê bi darvekirinê re rû bi rû ne.

Duh li bajarê Ciwanro yê parêzgeha Kirmanşanê, li dijî tepisandina bi xwîn ya xwepêşandanên Îniyê, dukan û bazar nehatin vekirin.

Roja Îniyê li Ciwanro çilrojiya 7 xwepêşanderên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dayîn hat li darxistin.

Hêzên dewletê yên berê ji bo çewisandinê xwe amade kiribûn, di destpêkê de bi şîdetê hewldan girseya ku ji bo merasîma çilrojiya xwepêşanderên jiyana xwe ji dest dayîn, belavbikin.

Di encama gulebarana hêzên dewleta Îranê de Burhan Îlyasî yê 22 salî jiyana xwe ji dest da.

Piştî vê merasîma spartina xakê vegeriya xwepêşandanek mezin.

Hêzên dewletê raste raste gule li girseya beşdarî merasîmê bûyîn barand û 10 kes birîndar bûn.

Li bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî çalakiyên cuda cuda yên weke nivîsîna dirûşmeyan pêk hatin.

Îro li Mahabadê jî merasîma çilrojiya xwepêşandêrê ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin hebû.

Duh li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê gelek çalakvan hatin binçavkirin.

Dadgeheke Îranê 2 caran cezayê darvekirinê li ciwanekî birî

Dadgehek Îranê du car cezayê bidarvekirinê li ciwanek ku tevlî xwepêşandanan bûye birî.

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirov a Îranê (HERANA) ragihand ku ciwanê bi navê Mehdî Mihemed Qadir ku tevlî xwepêşandanan bibû, 2 caran cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.

Her çend mijara redkirina hicaba bi darê zorê yek ji daxwazên xwepêşanderan e, lê rayedarên Îranê red dikin ku bikevin bin daxwazê.

Duh agahiyek hat belavkirin ku pergala şandina peyamên nivîskî yên hişyariyê ji ajokarên wesayîtên ku jinên bê kefî tê de ne, ji nûve dest pê kir.

Ev sîstemê piştî destpêkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rawestiya bû.

Back to top button