Rûsya êrişî binesaziyên li Başûrê Ukrayna kir

Artêşa Rûsya bi moşekan êrişî paytext Kîev û herêmên başûrê welat kir.
Rêveberiya Ukrayna ragihand ku di êrişê de binesaziya enerjiyê hatine armanckirin.
Her wiha 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 50 jî birîndar bûne.

Ukrayniyan di nava êrişên Rûsya de, pêşwazî li sersalê kir.

Artêşa Rûsya di sersalê de jî êrişên xwe domandin.

Ukraynayê ragihand ku Rûsya bi êrişên xwe binesazî û deverên sivîl bombebaran kir.

Di heman demê de Rûsyayê îdîaya xwe dubare kir ku navendên pîşesazî yên leşkerî yên ku mirov lê dijîn bûne armanca êrişên wan.

Ji ber êrîşên Rûsyayê yên li ser binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê, qutbûna elektrîkê li welat zêde bûye.

Li Kîevê dengê teqînan

Şaredarê Kîevê Vîtalî Klîçko ragihand ku di encama êrîşa artêşa Rûsyayê ya li ser bajêr de li taxa Desnyan teqînek rû daye.

Ji aliyê din ve di daxuyaniya li ser kanala fermî ya Telegramê ya Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê de hat ragihandin êriş li ser paytextê pêk hatiye û wiha hat gotin:

“Heta niha li ser paytextê nêzî 10 hedefên hewayî hatine xistin.

Hişyariya hewayî dewam dike.”

Di çapemeniya herêmî de hat ragihandin ku êrîşên balafirên bêmirov ên artêşa Rûsyayê yên li dijî herêmên cuda yên Ukraynayê dewam dikin.

Zelensky: Rûsya wê winda bike

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di daxuyaniya xwe ya dawî de got,

“Rûsya wê winda bike.

Wê dron, moşek û çekên wê yên din jî nekarin wan xelas bikin.

Em bersiva her êrîşa Rûsyayê ya li ser hemû bajar û bajarokên me didin.” got.

Nexweşxaneya Xersonê hate bombardomankirin

Ji aliyê din ve artêşa Ukraynayê ragihand ku nexweşxaneya zarokan a bajarê Xêrsonê ya li başûrê welatbû armanca bombebarana Rûsyayê.

Bajarê navborî Mijdara 2022’an careke din ketibû destê hêzên Ukrayna.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov duh ragihandibû ku wan li Ukraynayê bi moşeknên menzîl dûr û dirêj li cihên ku balafirên bêmirov ên Ukrayna lê radibin xistine.

Konaşenkov diyar kir ku heta niha li Ukraynayê 355 balafir, 199 helîkopter, 2 hezar û 779 balafirên bêmirov ên Ukrayna hatine bêkêrkirin.

Back to top button