15 Hezar û 413 malbat li Başûrê Hesekê mazot gihaşt wan

Zivistan li ber deriye û rêveberiya xweser lez daye xebatên xwe yê belavkirina mazotê, ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Belavkirina mazotê ji 15’ê Hezîrana 2022’an de dest pê kir. ku para her malbatekê ji mazotê 300 lîtir e.

Komîteyên sotemeniyê doh jî li gundewar û naveya Şedadê, Erîşe, Ebdan û Ebûfa dest bi belavkirina mazotê kirin.

Komîteyê diyar kir ku ew ji ji 23 hezar û 68 malbatên qeydkirî, mazot li 15 hezar û 413 malbat yên li herêmên navborî belav kir.

Komîteyê dazanîn ku ji bo her malbatekî wê 300 lître mazot were belavkirin.

Hevserokê komîna gundê Becdelî ya Şedadê, Casim Selame diyar kir ku xebatên belavkirinê heta niha baş didome, li gor sala borî îsal mazot zû hat belavkirin.

Selame diyar kir ku pirsgirêka li pêşiya wan ew e ku malbatin hene navên wan ne qeydkirî ne, ji ber ku belgeyên wan tune ne, Lê rewşa wan bi komîteyên sotemeniyê re hat nîqaşkirin û wê ew jî were çareserkirin.

Her wiha, endamê Meclisa Navçeya Şedadê û çavdêrê xebatên belavkirinê, Hesen Feyad jî got

“Rojane 180 bermîl mazot tê belavkirin.

Back to top button