CEMAL KURD: HEWLDANÊN TIRKIYÊ JI BO PARÇEKIRINA SÛRIYÊ TÊK ÇÛN

Endamê Navenda Têkîliyên Giştî ya Efrînê Cemal Kurd diyar kir ku hemû hewldanên Tirkiyê ji bo parçekirina xaka Sûriyê û bicihkirina çeteyên xwe li ser masaya siyasî têk çûn.

Endamê Navenda Têkîliyên Giştî ya Efrînê Cemal Kurd têkildarî rewşa li Idlibê ji Ajansa Hawar’ê re axivî:

Cemal Kurd destnîşan kir ku lidarxistina Soçiyê di navbera Tirkiyê û Rûsyê de ji destpêkê ve şaştiyek mezin bû.

Ji ber ku nûnerên gelên Sûriyê tê de amade ne bûn.

Aliyên ku tevli Soçiyî dibin tenê ji bo berjewendiya xwe dixebitin , ji ber vê biryarên cidî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê derneket.

Cemal Kurd li ser sedema şerê ku li Idlibê rû dide , xizmeta kê dike ev tişt anî ziman:

Rûsya dixwaz e şer di navbera komên çekdar ên li Idlibê de derkeve.

Da ku Rûsya ji raya giştî re isbat bike ku Cebhet El-Nusra serweriya Idlibê dike.

Ji aliyekî din ve Erdogan hewl dide çeteyên Cebhet El-Nusra û komên din ên tundraw li lîsteya terorê derxe.

Erdogan bi vê hewldanê dixwaze di pêşeroja çareseriya aloziya Sûriyê de cih bigire, lê Erdogan têk çû ye.

Endamê Navenda Têkîliyên Giştî ya Efrînê Cemal Kurd bang li şêniyên Idlibê kir ku bikevin nav liv û tevgerê da ku der heqê wan de komkujî pêk neyin.

Leave a Reply

Back to top button