Hêzên hikûmeta Şamê bi dijwarî başûrê Idlibê bombebaran kir. Li Tedmurê jî di nevbera komên alîgirên Îranê û yên Rusyayê de şer derket.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûmeta Şamê bi moşek û topavêjan başûrê Idlibê topbaran kir.
Hat diyar kirin herêmên Filêfil, Sifûhin, Benîn û El-Fetîra ên li başûrê Idlibê bûn hedefa êrişên hikûmetê.
Hat ragihandin li başûrê bajêr jî di navbera her du aliyan de şer derketiye.
Li Tedmurê di nevbera komên alîgirên Îranê û yên Rusyayê şer derket
Çavdêriyê ragihand, li Tedmurê jî di navbera komên çekdar yên alîgirê Îranê û hêzên ‘Firqeya 5’an’ ya alîgirê Rusyayê de şer derket.
Hate ragihandin di encama şer de birîndar hene.