Şehîd Şervan Êzidxan bi merasîmeke heybet hate oxirkirin

Di êrişên du roj berê ên hêzên Iraqê ên li ser Şengalê de şervanê YBŞ’ê Şervan Êzidîxan şehîd bû. Îro xelkê Şengalê bi merasîmekê bi heybet Şehîd Şervan spartin axê. Di merasîmê de şehîd de soza şopandina rêya şehîdan û parastina destketiyan hat dayîn.

Di merasîmê de li ser navê fermandariya YBŞ’ê Zekî Şengalî axivî û qala jiyan û têkoşîna şehîd Şervan kir.

Her wiha got: “em amade ne, pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin.”

Li ser navê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên jî got:

“Ev êrîş li ser hemû civaka Êzidî ye”

Endama TAJÊ Kinê Xidir jî diyar kir ku ewê herdem li pişta zarokên xwe bin.

Şervana YJŞ’ê Roza Deşta jî diyar kir êrişên ku li ser Şengalê tên kirin planên dewleta Tirk û PDK’ê ne û bang li civaka Êzidî kir li dijî êrişan bibin yek.

Back to top button