Êdî êriş û topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî bûye rojane.
Dewleta Tirk a qirker beriya saetekî careke din gundewarê navçeya Til Rifetê û yên Şehbayê topbaran kir.
Artêşa dagirker û çeteyên wê beriya saetekî derdora navçeya Til Rifetê û gundên Şêx Îsa yên kantona Şehbayê topbaran kir.
Di encama topbarana artêşa dagirker de ziyan gihişt erd û zeviyên xelkên gund.