Asayîş: Qonaxa 2. a ”Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” bi dawî bû

Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê dawîbûna qonaxa 2. a operasyona Mirovî û Ewlehiyê ragihand.
Asayîşê da zanîn ku 226 kes ji wan 36 jinên ku hevkarên sûcên di kampê de bûn hatin girtin.
Her wiha 2 jinên Êzdî jî ji destê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin rizagrkirin. 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê derbarê operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê daxuyaniyek da.

Asayîşê dawîbûna qonaxa 2. a operasyonê ragihand, şehîdên wê Cesûr Xebat û Ûdey Cûneydiyê bîr anî û got:

”25’ê Tebaxê hêzên me bi piştgiriya QSD’ê û hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê operasyon dan destpêkirin.

Operasyon li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê pêk hat, ku di dema dawî de sûcên wan di hundirê kampê de zêde bûn.

Tenê di vê salê de şaneyên DAIŞ’ê 44 kesên bêguneh ên li kampê û karmendên rêxistinan kuştin.

Li ser vî esasî ev operasyon destpê kir û 24 rojan dewam kir.”

Li ser encamên operasyonê jî Asayîşê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

226 kes ji wan 36 jinên ku hevkarên sûcên di kampê de bûn hatin girtin.

25 xendek û tunel ên ku hîna nehatibûn qedandin jî hatin dîtin.

Gelek konên ku ji bo perwedekirina zarokan li ser fikrê DAIŞ’ê hatibûn veqetandin, hatin rûxandin.

Gelek jinên herî metirsîdar ên ku erkên perwerdekirin girtin ser milên xwe, hatin girtin.

Asyîş: Divê hêzên navdewletî welatiyên xwe yên DAIŞ’î bigrin

Asayîşê da zanîn ku hêzên wan gelek çek jî di hundirê kampê de desteserkirin, ew jî ev in:

  • 3 çekên AK-47
  • 2 Çekên RBG bi 2 rokêtan
  • 2 dabançe
  • 25 bombeyên destan
  • 25 kg teqemeniya TNT11 çekên bêdeng
  • 388 guleyên AK-47
  • 10 jerjorên AK-47
  • 9 rextên leşkerî.
  • Parçeyek cilê leşkerî ji bo artêşa Tirk.Gelek çekên tûj (kêr – xencer ) û amûrên îşkenceyê
  • Gelek amûrên ragihandinê

Hêzên Asayîşê her wiha da zanîn ku şervanên YPJ’ê karîbûn 2 jinên Êzidî jî ji destê şaneyên DAIŞ’ê rizgar bikin.

Asayîşê derengmayîna lidarketina operasyonê jî spart êrişên dewleta Tirk û mijûlbûna hêzên wan bi parastina herêmê.

Dawiyê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê ev tişt got:

”Hêzên me û QSD’ê ji bo pêşîgirtina li teqîna bombeya demkî ya li kampa Holê, berdêlên mezin dan.

Tevî vê operasyonê jî hîna xeteriya li kampa Holê dewam dike. Divê civaka navneteweyî asta vê xeteriyê cidî bigire.

Em li welatan dikin ku hemwelatiyên xweyî DAIŞ’î yên li kampa Holê werbigirin.”

Back to top button