
Artêşa Îranê ragihand ku li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê di şerê li gel hêzên Kurd de 2 leşkerên wan hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Biryargeha Hemze ya Artêşa Îranê li çiyayên gundê Çinare yê bajarê Merîwanê di saet 01:00 piştî nîvê şevê de navbera hêzên Kurd û leşkerên Îranê de şer rû daye.
Biryargeha Hemze ya Artêşa Îranê ragihand ku di şer de 2 leşkerên wan hatine kuştin û ji hêzên Kurd jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Heta niha ti hêzên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê li ser mijarê daxuyanî nedane.
Hinek çavkaniyên herêmî yên Merîwanê ragihandine ku navê wan 2 leşkerên hatin kuştin Osman Cîhan û Nasir Emînî ne ku xelkê Merîwanê ne.