Rêveberiya Kampa Holê, 31 malbatên koçber yê di kampê de ku ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji kampê derxistin.
Beşê ku îro ji kampê derketin, 31 malbatan bûn û ji 99 kesan pêk dihat.
Ev malbatana piraniya wan zarok û jinên ji bajarên herêma Cizîrê ne.
Endama rêveberiya kampa Holê, Hemrîn Hesen got: “Piştî ku me belgeyên wan di ber çav re derbas kirin û em piştrast bûn ku ew ji cihê ku dixwazin herin, lewma îro beşê 8`an hate derxistin.”
Her wiha Hemrîn diyar kir ku niha jî navên nû yên dixwazin ji kampê derkevin têne qeyîd kirin.
Beşa 7`an ê koçberên li kampa Holê di 10`ê Kanûna 2020`an de ji kampê derketibûn.
Ev yek di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser de ku di civîna 10’ê Cotmeha 2020’an de, girtibûn pêk tê.