YBŞ: Divê hikûmeta Îraq’ê li hember êrişan xwedî helwst be

Di 27’ê Sibatê de derbarê êrişeke dagirkeriya Tirk li ser Şengalê du fermandajrên YBŞ’ê şehîd ketin ..
Fermandariya YBŞ’ê di merasîma herdû şehîdan peyamek da û got: Dagirker dixwaze Şengal bê fermandar bihêle.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Şengalê jî daxuyanî dan .

Bi merasîmeke bi heybet şingaliyan fermandarên xwe Pîr Çeko û Agir Cefrî spartin Çiyayê Şengalê..

Di merasîmê de Ji fermandariya YBŞ’ê Pîr Xêrî peyamek da.

Ji Fermandariya YBŞ’ê Pîr Xêrî di peyamê de li ser şehadeta her du fermandarên pêşeng wiha got:

“Civaka Êzidî, Ezdatiya xwe heya niha teslîmî kesî nekiriye, îro jî wê teslîm neke.

Qehremanên weke Pîr Çeko û Agir Cefrî derketine û wê derkevin.

Bi sedan keç û xortên Êzîdxanê hene ku çeka wan rakin û tola şehîdan rakin.

Em bang li dewleta Iraqê dikin ku ji bo civaka Êzidî xwedî helwest be.

Dema helwest nebe, em bi guman in, gelo dewleta Iraqê jî şîrikê van êrîşan e?

Eger helwesteke xurt nebe em ê wisa binirxînin.”

Back to top button